Baregehên Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê yên li nêzîkî gundê Gêçîne û şikefta Casane li navçeya Dukan ya parêzgeha Silamîyê a Herêma Kurdistanê bi du dronan rastî êrîşeke Îranê hatin.
Emcad Hisên Penahî, endamê Desteya Kargêrîya Komeleyê, ev nûçe ji Dengê Amerîka re piştrast kir. Wî got ku ti qurbanî di encama êrîşê de nebûn.
Penahî da zanîn ku “Pêşmergeyên me berê li wir bûn, lê me baregeh vala kiriye, ji ber ku me zanibû Îran êrîş dike. Wan li baregeha me xist, lê ti qurbanî çênebûn.”
Di heman demê de, ajansa nûçeyan a Fars a hêzên Pasdaran di raporteke xwe de got ku “çend peqîn li baregehên cudaxwazan li parêzgeha Silêmanîyê pêk hatin.”
Di demên dawî de bingeh û kampên partîyên Rojhilat li Herêma Kurdistanê hema bi awayekî rojane rastî êrîşên Îranê tên.