Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê

IRAQ-IRAN-KURDS-CONFLICT
IRAQ-IRAN-KURDS-CONFLICT

Li gorî raportên medyaya herêmî, Qasim Ebûdî, şêwirmendê ewlehîya niştimanî ya Îraqê bi serokayetîya şandekê û bi fermana serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, îro Şemîyê danê sibê gihîşte Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê.

Serdana şanda Bexdayê bo Herêma Kurdistanê li ser mijarên ewlehîyê yên hevbeş yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê û pêdaçûna li ser xalên peymana ewlehîyê ya di navbera Îraq û Îranê de bû.

Ofîsa Ebûdî di daxuyanîyekê de got ku Şêwirmendê Ewlekarîya Niştimanî ya Îraqê li Hewlêrê bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK) re civiya.

Ji bilî nirxandina pêşhatên herî dawî yên herêmê û cîhanê, herdu alîyan li ser “rewşa giştî ya Îraqê” danustandin kirin û nirxandin.

Li gor daxuyanîyê, "Herdu alîyan li ser hemahengî û hevkarîya berdewam a di navbera Bexda û Hewlêrê de di warên kontrola sînor, parastina ewlehî û aramîyê, û ji bo nehêlana qaçaxçîtîyê û terorîzmê, nîqaş kirin.”

Piştî serdanê, Komîteya Bilind a bicîhanîna Peymana Ewlehîyê ya Hevbeş a di navbera Îraq û Îranê de, bi serokatîya Qasim Ebûdî ji Bexdayê û Rêbar Ehmed, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê, civînek li dar xist.

Daxuyanîyê eşkere kir, ku komîteyê cîbicîkirina rêkeftina di navbera Îraq û Îranê de nirxand û “Tekez li ser girîngîya berdewamîya danûstandin û hemahengîya di navbera hikûmeta federal a Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî rênmayên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê, kir.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG