Hevpeymana hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê daxuyanîyek belav kir, tê de dibêje Reza Pehlewî dixwaze "daxwazên demokratîk ên ku di Rêziknameya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de hatine diyarkirin, bi rêyên ewlekarî û leşkerî pêk bîne."
Reza Pehlewî, kurê şahê berê yê Îranê, roja Çarşemê derbarê ragihandineke partîyên Kurdî daxuyanîyek belav kir û got ku "ew cudaxwaz in û dixwazin Îranê parçe bikin."
Wek bertek hember gotinên Pehlewî, partiyên Kurd di daxuyanîya xwe ya îro de behsa dosyayên dîrokî kirin, di nav de radestkirina "Ararata Biçûk," veqetîna Behreynê û pirsa çavkanîyên Çemê Hîrmend li Îranê ku ji alîyê bav û bapîrê Pehlewî ve hatine radestkirin.
Ararat Biçûk di sala 1937'an de di serdema Reza Xan Pehlewî de ji Îranê hate qutkirin û bo Tirkîyê hate radestkirin. Di sala 1970'î de jî di dema desthilatdarîya Mihemed Reza Pehlewî de Behreyn ji Îranê veqetîya û wekî welatekî serbixwe hate naskirin.
Reza Pehlewî di daxuyanîya xwe de îdîa kir ku dîroka hevkarîya hin partiyên Kurd bi Xumeynî û Sedam Hisên re heye. Wî herwiha bal kişand ser girîngîya yekîtiya neteweyî û yekîtîya welêt.
Di heman demê de, Ebdullah Muhtedî, Sekreterê Giştî yê Partiya Komeleya Kurdistana Îranê, ku ne beşek ji hevpeymanîya hêzên Kurdî ye, binavkirina partîyên Kurdî wek cudaxwaz red kir û ev gotinên bi wî rengî wek sedema parçebûn û lawazbûna yekitîya di navbera hêzên dijî Komara Îslamî de binav kir.
Endamên Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê ev in: Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Partiya Jiyana Azadî ya Kurdistanê, Sazmana Xebata Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistana Îranê û Partiya Azadiya Kurdistanê.