Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku ji destpêka operasyona leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rejîma Îranê ve, zêdetirî 114 caran êrîş li ser bingehên wê li Herêma Kurdistana kirine
PDKÎ roja Înê di daxuyanîyekê de ragihand, tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, êrîşên li ser baregehên partîyên din yên opozîsyona Kurd, malên endamên wan û malbatên wan, û êrîşên li ser deverên sivîlan li Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
PDKÎ herwiha diyar kir ku di êrîşan de herî kêm 10 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûne, ligel ziyaneke madî ya mezin.
Li gor daxuyanîyê, êrîşa dawî ya li ser baregehên PDKÎ Pêncşemê bi şev bû, dema pênc dronên xwekuj Kampa Azadî li rojhilatê bajarê Koya li parêzgeha Hewlêrê kirin armanc.
Ev êrîş ya duwem bû li ser Kampa Azadî di nav hefteyekê de, piştî ku roja Duşemê du mûşek li heman cihê bûyerê ketin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji dema destpêkirina operasyona li dijî rejîma Îranê di 28'ê Sibatê de 809 êrîşên bi dron û mûşekan li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, di demekê de ku Herêm di vî şerî de bêalî ye.
Rêberên Kurd gelek caran ji ber van êrîşan rexne li hikûmeta Îraqê girtine û gotine ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji şer e.