Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevpeymanîya Hêzên Kurd ên Îranê Pêşwazîya Endametîya Komele Dike

Hevpeymanîya Pasrtiyên Kurdên Îranê
Hevpeymanîya Pasrtiyên Kurdên Îranê

Hevpeymanîya Hêzên Siyasî yên Kurd ên Îranê pêşwazîya endamtîya Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê kir û got ku ev yek dê bibe sedema yekîtîyeke mezintir di navbera hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê de.

Hevpeymanîyê di daxuyanîyekê de got, "Em piştrast in ku çawa Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê di amadekirina platforma pejirandî ya hevpeymanîyê de rolek girîng lîst, ew ê di berdewamîya xebata meydanî û bidestxistina armancên vê platform û hevpeymanîyê de jî rolek bi bandor hebe."

"Hêz di yekîtîyê de ye û bê guman ew yekîtî û lihevkirin dê me nêzîkî armancên me bike,” Hevpeymanîyê got.

Mekteba Siyasî ya Komeleyê ragihand ku wê roja Çarşemê biryar daye tevlî hevpeymanîya partîyên Kurdistanê bibe.

Komele vê biryara xwe bi rewşa heyî ya li Îran û Kurdistanê ve girêdide. Wî got, "Pêla guhertinê ji her demê bêtir berê xwe daye herêma me û Rojhilatê Kurdistanê xistiye ber rewşek pir hestdar û dîrokî ku ji her demê berê bêhtir yekîtî, hevrêzî û xebata hevbeş hewce dike."

Bi vê gavê re, hejmara hêzên siyasî yên di nav Hevpeymanîya Kurdistana Îranê de gihîşt şeş partîyan.

XS
SM
MD
LG