Binavkirina Ehmed el-Şeraa wek serokê demkî yê Sûrîyê, di nav Kurdên Sûrîyê de hin guman û pirs derxistin pêş.
Kurdên Sûrîyê wê çawa bi vê yekê re mijûl bibin û ew gavên şerîetê heta çi radeyê bi şêwra gelê Sûrîyê tên avêtin?
Di demekê de ku êrîşên grûpên çekdar yên Sûrî li ser Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), berdewam in, xistina wan nava wezareta berevanîya Sûrîyê, tê çi wateyê û ev yek çi bandorê li siberoja Kurdan li Sûrîyê dike?
Bernameya Mijara Rojê ev pirs û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê bi sê mêvanan re gotûbêj kirin:
Luqman Ehmê, hevserokê Partîya Kesk ya Demoqratîk, Dr. Ferîd Sadûn, şîrovekarê sîyasî, û Ehmed Silêman, cîgirê sekreterê Partîya Demoqrat ya Pêşverû Kurd li Sûrîyê.
Ehmê dide zanîn ku heya niha Rêvebirîya Xwerser desthilata Şamê nas nake, lê hîn Rêvebirîya Xweser li hêvîya hin nîşaneyan e ku helwesta xwe ji ragihandina serokê Sûrîyê di vê qonaxa demkî de ye.
"Rêvebirîya Xweser li hêvîya hin nîşanan e, li gor wê, helwest dîyar bibe," Ehmê got.
Lê nerîna Sadûn cûda ye ku ev desthilatdarîya de fakto ye û pêdivî ye ser vê bingehê danûstandin bi wê re were kirin.
"Kurd û Sûrî neçar in bi vê desthilatî re dîyalogê bikin," Sadûn got.
Sîyasetvanê Kurd Ehmed Silêman piştrast kir ku pêdivî ye ku Kurdên Sûrîyê helwesta xwe bikin yek derbarê pêşhatên lezgîn li Sûrîyê piştî Esad.
"Kurdên Sûrîyê ne li ser hev in, û wê ev bandorek neyênî ya mezin li siberoja wan bike," Silêman got.
Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng vekin: