Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Berê yê Amedê Selçuk Mizraklî Dê Sêşemê Were Berdan

Selcuk Mizrakli
Selcuk Mizrakli

Selçuk Mizraklî, hevşaredarê berê yê Bajarê Mezin li Amedê piştî nêzî heft salan di girtîgehê de Sêşemê, 8'ê Îlonê, wê were berdan û heman êvarê biçe Amedê.

Parêzerê wî Mehmet Emîn Aktar îro Duşemê ragihand ku dîroka berdana Mizraklî di belgeya hesabkirina cezayê ya serdozgerîya bajarê Edîrneyê de hatiye dîyarkirin.

Parêzerê Mizraklî cezayê 9 sal, 4 meh û 15 roj girtîgehê yê li Mizrakli hatibû birîn, wek “kêyfî” binav kir.

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, ku ev nêzî pênc salan e bi Mizraklî re li Girtîgeha Edîrneyê di heman hucreyê de dimîne, di nivîseke xwe ya dawîya hefteyê ya bi navê “Sakizci Memo” de jî berdana Mizraklî ragihandibû.

Tê pêşbinîkirin ku piştî berdanê Mizraklî ew Sêşemê êvarê bigihêje Amedê, û li wir ji alîyê karbidestên DEM Partî, nûnerên rêxistinên sivîl û alîgirên xwe we were pêşwazîkirin.

Mizraklî, ku bi pîşeya xwe doktor e, di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de bi zêdetirî 62% deng wek hevşaredar hatibû hilbijartin.

Wezareta navxweyî ya Tirkîyê, Mizraklî di 19ê Tebaxa 2019'an de ji kar dûr xist û li şûna wî qayûm erkdar kir. Mîzraklî di 22'ê Cotmeha heman salê de, bi îdiayên “endamtîya rêxistinê” û “propagandaya rêxistina terorê” hat girtin.

Di Adara 2020'an de, dadgehê bi tawana “endamtîya rêxistina terorê” 9 sal, 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizraklî birî. Mizraklî ew tawan red kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG