Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Revebirîya Xweser "Pêşnivîsa Qanûna Bingehîn" ya Hikûmeta Nû ya Sûriyê Red Dike


Logoya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (AANES)
Logoya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (AANES)

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (AANES) "Pêşnivîsa Qanûna Bingehîn" ku hikûmeta demkî roja Pêncşemê li Şamê ragihand, bi tundî red kir û got ku ew nûnertîya civakên cihêreng yên Sûrîyê nake.

AANES'ê bi daxuyanîyeke fermî, " Pêşnivîsa Qanûna Bingehîn" wek mîna berdewamîya nêzîkatîya navendî û otorîter ya ku Sûrîyan dijî wê serî rakiribûn, şermezar kir.

Destpêka daxuyanîya Rêvebirîya Xweser dibêje; "Piştî derbasbûna çend mehan di ser hilweşîna rejîma Baas’ê re û kêfxweşiya gelê Sûriyeyê yê ku li dijî vê rejîmê û kiryarên wê yên çewsîner rabûye, îro li Şamê "Danezana destûrî" derket. Bendên wê danezanê bi pîvanên ku hikumeta Baas’ê bi kar dianî, yek in.

Ev yek careke din dûrî rastiya Sûriyeyê û rewşa pirrengiya tê de ye. Her wiha berovajîkirina aktîv a nasnameya niştîmanî û civakî ya Sûriyeyê. Di vê danezanê de tu nîşane û ruhê xelkê Sûriyeyê û pêkhateyên wê ji Kurd heta bi Ereban, Suryanên Asûrî û hwd. Ji pêkhateyên Sûriyeyê, tune ye.

Em weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku ji bo diyarkirina siberojeke demokratîk û beşdariya niştimanî ya Sûriyê ku hevkariyê li welat xurt dike, pêwîstiya Sûriyeyê bi hevgirtin û yekitiya gelê xwe heye."

Daxuyanî dîsan dibêje; "Ev danezan nûnertiya gelê me temsîl nake û ne jî rastiya nasnameya resen li Sûriyeyê temsîl dike, ew weke şêwe û çarçoveya "qelsbûna hewldanên pêkanîna demokrasiya rasteqîn li Sûriyeyê ye" û bendên wê jî dûrî Sûriyê û hêviyên gelê wî ye.
Destûra rast ew e ku hemû pêkhate wek rêveçûna demokratîk a mayînde ji bo siberoja Sûriyê û nifşên wê li hev dikin. Em bi hêvî ne ku hin kiryar û fikrên teng me venegerin xala sifrê, ji ber ku ew ê dîsa birîna Sûriyeyê vekirî bimîne."

Komîteya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê îro pêşnivîsa ku amada kiriye pêşkeşê serokê Sûrîyê Ehmed Şera kir.

Li gor pêşnivîsê navê Sûrîyê wek bereê "Komara Ereb ya Sûrîyê” wê bimîne û ti guherîn nayê kirin.

Herwiha, di pêşnivîsê de tê dîyar kirin ku jêderê serekî ya Qanûna Bingehîn ya Sûrîyê wê Îslam be.

Herwiha navê ti civakên din yên wek Kurd, Durzî, Elewî, Xiristîyan, nayê kirin.

Jêder:AANES

XS
SM
MD
LG