Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peyama Ocalan Helwesta Kurdan di Hilbijartina Stenbolê de Wê Çawa Be?

Alên HDP'ê li Stenbolê
Alên HDP'ê li Stenbolê

Jibo hilbijartinên Stenbolê tenê du roj man û berbijarên Tifaqa Mîllet Ekrem Îmamoglu û berbijarê Tifaqa Gel Bînalî Yildirim jibo dengên hilbijeran bi avayekî xurt dixebitin.

Piştî sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş banga piştgirî ji Îmamoglu re kir, rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest ku di van hilbijartinan de bê alî bîmîne.

Li ser daxuyanîyên Ocalan, parêzerên wî daxuyanîyeke nivîskî weşand û ji zarê Ocalan ragihand ku divê HDP di niqaşên hilbijartinê de nebe alîyekî.

Gelo peyamên Ocalan dê bandorek çawa li ser HDP’ê çêke?

Rêvebirê giştî yê Rawest Lêkolînê Roj Gîrasun bawer dike ku nirxandinên Ocalan jibo sîyaseta giştî ya HDP’ê ye.

“HDP dibêje eleqeya daxuyanîya Ocalan bi hilbijartinên Stenbolê tuneye. Ne HDP, ne jî hilbijêrên wê peyamên Ocalan wek şîroveya Alî Kemal Ozcan naxwînin. Biryara gel û nirxandina HDP yên li ser hilbijartinan guhartinek çênekir”

Gîrasun bawer dike ku krîza ku ji do vir ve derketiye, îro ji alîyê HDP’ê ve hatiye kontrol kirin û biryara HDP’ê wek berê ragihandî, piştgirîdana Îmamoglu ye.

MEB_06_21_2019_Rawej
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:51 0:00

This item is part of
XS
SM
MD
LG