Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê 5 Zarokên Malbateke DAIŞ'î Radestî Hikûmeta Norwecê Kirin


Ajansa AFP’ê ragihand ku rêvebirîya Kurdan li bakurê Sûrîyê îro Duşemê 5 zarokên bê dêûbav radestî hikûmeta Norwecê kirin.

Berdevikê rêvebirîya Kurdan Kemal Akif got ku li ser daxwaza hikûmeta wan biryar da ku zarokên Norwecî radest wî welatî bikin.

Wezareta Derve ya Norwecî jî ji AFPê re piştrast kir ku şandeyeke wê çû bakurê Sûrîyê.

“Armanca me ew e ku ew zarok ji atmosfera tundrêbûnê rizgar bin, rê bidin wan ku vegerin welatê xwe û derfeta jinûve tevlêbûna jîyanê bidin wan,” daxuyanîya wezaretê got.

Medya Norwecî jî ragihand ku 5 zarok hemî ji malbatekê ne ku tev li Dewleta îslamî (DAIŞ) bûbûn û ew li kampa Al Hol diman.

Karbidestên Norwecî bawer dikin ku hin dora 40 zarokên ku peywendî bi Norwecê re heye, li Sûrîyê asê mane û hewila anîna wan jî berdewam dike.

XS
SM
MD
LG