Di hevpeyvîneke Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, rojnamevan Seyîdxan Kurij li ser encamên seredana Serokwezîra Almanya Angela Merkel bo Tirkîyê diaxife.
Birêz Kurij dibêje, di dawîya vê seredanê de ti encamên berbiçav derneketin û du alî li ser ti xalan negehîştin rekeftinek. Tevî ku tirk, ji gotinên Merkel ya endamtîya Tirkîyê bo Yekîtîya Ewrûpa nerazî bûn jî, Serokwezîra Almanya gotinên xwe li Tirkîye jî dubare kirin.
Seyîdxan Kurij her wiha dibêje, her çi qas civateke mezin ya Kurdan li Almanya hebe jî, mixabin pirsa Kurdî di rojêva danûstandinên fermî de tunebûn.
Guhdarên hêja, heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe, fayla dengî ya alîyê rastê kilîk bikin.