Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korkmaz: Helwêsta Fransa Dibe Siyasî Be, lê Komkujiya Ermenîyan Rast e


Korkmaz: Helwêsta Fransa Dibe Siyasî Be, lê Komkujiya Ermenîyan Rast e

Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul daxwaz ji Fransayê kir ku dest ji bernivîsa qanûneke taybet bi qirkirina Ermenîyan li demê Şerê Cîhanî yê Yekê berde.

Li gorî bernivîsa qanûna nû, her kesek jenosîda Ermenîyan red bike, tê ceza kirin. Hatîye plan kirin ku roja Pêncşemê civata jêrîn ya parlemana Fransa dengdanê li ser bernivîsê bike.

Eger bernivîsa qanûna jenosîdê bê pejirandin, her kesek jenosîda Ermeniyan red bike, salekê dikeve zindanê û divê 59,000 Dolaran wek ceza bide.

Sebaret wê çendê, parêzer û mafnas, Sabahattîn Korkmaz, di nav hevpeyvînekê de gote Dengê Amerîka ku ne dûr e ev pêngave ji alîyê Fransa ve helwêstek li ser bingê siyasî be, lê Tirkîye divê bi bivêrî li gel rabhartiya xwe berevrû be.

Rêzdar Korkmaz got Kurd li Tirkîyê, bi eşkere jî nebe, bawir diken jenosîdek li hemberî Ermenîyan li sala 1915 ê hatiye kirin.

Dirêjiya gotinên rêzdar Kurkmaz di nav hepeyvînekê de ne ku hevkar Kawe Kurmanc pêk aniye.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê kerema xwe li ser fayla deng klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG