Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP Hişyarî Dide ku Rewşa Saxlemîya Parlamantera Girtî Tugluk Pir Giran E


Turkey Kurds
Turkey Kurds

Fatma Kurtulan, Parlamentera Sêrtê ya Partîya Demokratîk ya Gelan(HDP) û Endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan ya Meclîsê got ku rewşa saxlemîya Aysel Tugluk'ê pir xirab e û demûdest were berdan.

Aysel Tugluk ya parlmentera berê, di 29'ê 2016'da dema ku Cigira Hevserokê Giştî yê HDPyê bû, hatibû girtin.

Tugluk ji vê demê vir ve, zêdeyî 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Kandira ya li bajarê Kocaelîyê de girtîye.

Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê, di 15'ê Adara 2021'an de ragihandibû ku Tugluk bi nexweşîya 'demans'ê ketiye.

Fatma Kurtulan di derbarê rewşa herî dawî ya Tugluk de pirsa Dengê Amerîka bersîvand û da zanîn ku di axaftin û tevgerên wê de hêdîbûnek berbiçav hebû.

Her ku em diçûn serdanê, me ferq dikir ku di Ayselê de hin guhertin hene. Lê, wê carê min ev yek pir bi zelalî dît. Di axaftinê de zahmetî dikşand û axaftina wê pir giran bû, bi xwe de diçû.

“ Heta li ser kursîyê rûnişt, xwe bi cîh kir û dest bi axaftinê kir gelek dem derbas bû. Herwiha, heta ahîzeya telefonê girt, heta bir ber guhê xwe û heta bo axaftinê xwe amade kir gelek zahmetî kişand. Heman tişt di dawîya axaftinê de jî pêk hatin. Heta rabû, ahîze danî gelek zehmetî kişand. Aysel'ê zor dida xwe ku pirsên min fahm bike û bersîv ê bide,” Kurtulan got.

Sazîya Tiba Edlî (ATK) ya Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê di 12’ê Tîrmehê de rapora di derbarê nexweşîya Aysel Tugluk'ê eşkere kir.

Di raporê de hat dîyar kirin ku nexweşîya demans ya Tugluk'ê dibe ku pêş bikeve, dibe ku di şert û mercên girtîgehê yên bo piştgirî û lênihêrîna bijîşkî de pirsgirêk derkevin holê.

“ Ne pêkan e ku Tugluk bêyî alîkarîya kesekî din jîyana xwe bidomîne, nikare kiryarên bigehîn yên pêwîst pêk bîne, divê grtina wê were paşve xistin. Ew nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de jîyana xwe bidomîne, “ di raportê de hat gotin.

Tugluk piştî vê raporê hate şandinê ATK'ya Stenbolê û li wir rapora berê ya nexweşxaneya Zanîngeha Kocaeliyê hate red kirin.
ATK'ê ragihand ku "Tugluk bi tenê serê xwe dikare jiyana xwe bidomîne."

Fatma Kurtulan bahsa hewildanên bi armanca serbestberdana Tugluk kir ,da ku derfetên rekûpêk yên dermankirina wê were avakirin.

Kurtulan anî ziman ku di destpêkê de Tugluk'ê ne xwestiye di raya giştîde bahsa nexweşî ya wêre kirin, lê piştre malbat, parêzer û HDP neçar mane ku wê agahîyê parve bikin û tekevin nava hewildanan.

“ Em wek malbat, parêzer û HDP'ê bi hevra di gelek astan de hewildan û xebatên xwe didomînin.Em tokaşîna xwe ya bo azadkirina Aysel'ê bi hevî û bawerî di meşînin. Em li bajarênKurdan, li Tirkîyê, li Ewrupa û heremên din yên dinê bi hevakarîya jinên navneteweyî jî çalakîyan dikin, meşan dar dixin. Mê bi kempenyeke îmzayê girse ya navneteweyî serî li Neteweyên Yekbûyî da, “ Kurtulan got.

Kurtulan bi berdewamî dîyar kir ku îro ATK'ê li ser daxwaza Dadgeha Cezayê Giran a 22. a Enqereyê biryar daye ku Tugluk ji hêla doktoran ve carek din were dîtin û rapora wê nexweşîya demansê destnîşan dike jinûve were nirxandin.

Tê çaverê kirin ku Tugluk di nava hefteyekê de bo vê pêyvajoyê were şandinê ATK'ê.

Parlmenter Kurtulan herî dawî anî ziman ku pêwîst e Aysel niha û di van kêliyan de ji girtîgehê derkeve jiber ku ev rûbirûyê demansê ku nexweşîyek e bêveger e, her saniyeyek ku dijî wê dixebite.

“ Berîya her tiştê divê em şert û mercên Aysel'ê biguherînin. Hevdem, ew tenê bi serê xwe nikare jîyana xwe ya rojane bidomîne. Pêdivî ye ku ew ji hawîrdora girtîgehê derkeve û bikeve pêvajoyeke dermankirinê ya bi bandor da ku îhtîmala sekinandina nexweşîya wê hebe.“

XS
SM
MD
LG