Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş jibo Seroktîya Parlamana Tirkîyê Serlêdana Berbijarîyê Kir


Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stenbol Numan Kurtulmuş jibo seroktîya parlamanê serlêdana berbijarîyê kir.

Kurtulmuş got ku rojevên dijwar û girîng li benda parlamanê ne.

‘’Meclîs wê berpirsîya xwe bi baldarî bi cîh bîne, ewê jibo armancên neteweyî yên Tirkîyê gavan biavêje’’

Ew ji alîyê AKP û Partîya Tevgera Neteweprest (MHP) ve jibo seroktîya parlamanê wek berbijar hat nîşan dan.

Serlêdana berbijarên seroktîya parlamanê dê îro Sêşemê heta 24:00 bidome.

Piştî dengdana li parlamanê serokê nû yê meclîsê dê dîyar bibe.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG