Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtulmuş: Pêvojaya Aştîyê bi Rêkûpêkî Dimeşe û Tiştek Dereng Namîne

Serokê Parlamena Tirkîyê Numan Kurtulmuş û  Serokê Parlamena Lûksembûrgê Claude Wiseler  li Enqerê,22 îê Cotmeha 2026'an.
Serokê Parlamena Tirkîyê Numan Kurtulmuş û Serokê Parlamena Lûksembûrgê Claude Wiseler li Enqerê,22 îê Cotmeha 2026'an.

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş îro Pencşemê têkildarî pêvajoya aştîyê ragihand ku desteya şopandina parlamênê êw ê di rojên pêş de were avakirin.

Numan Kurtulmuş dîyar kir ku di derbarê awayê avakirina desteya sopandinê de, bi partiyên siyasî re gotûbêjê berdewam bikin.

Kurtulmuş ev daxuyanî di preskonferansa hevpar de bi Serokê Parlemana Lûksemburgê Claude Wiseler re li Enqerê da.

Wî ragihand ku di çarçoveya Qanûna Xurtkirina Piştgirîya Neteweyî û Yekbûna Civakî de, parleman ewê bi beşdarîya partiyên cuda pêvajoyê bişopîne.

Kurtulmuş destnîşan kir ku pêvajoya ku Enqere bi nave “Tirkîye ya Bêteror” pênase dike, wê bêyî tevlîbûna alîyekî sêyem were birêvebirin.

“Li ser navê hemû gel, parlamen wê bi hemû ciyawazî û partîyên xwe vê pêvajoyê rêve bibe,” wî got.

Li gor Kurtulmuş, pêvajoya hilweşîn û çekdanîna Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK û xebatên desteya koordînasyonê ya di bin seroktîya Cîgirê Seroktîyê Cevdet Yılmaz de, li gor planê berdewam in.

Wî rexneyên derbarê derengketinê de red kir û got ku her aliyek divê berpirsiyarîya xwe bi cih bîne.

"Her tişt bi rêkûpêk dimeşe, tiştek dereng namîne. Divê her kes berpirsiyarîyên xwe bicîh bîne û hewl nede ku erkan bide yên din," wî got.

Kurtulmuş herwiha da zanîn ku di hevdîtina bi Wiseler re de, peywendîyên dualî, pêşketinên herêmî û têkilîyên Tirkîye û Yekîtîya Ewrupa jî hatin nirxandin.

Wî di dema civîna bi Wiseler re, derbarê piştgirîya j bo endamtîya Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupayê spasîyên Enqerê pêşkeşî Lûksemburgê kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG