Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sebastian Kurz: YE Divê Danûstandinên bi Tirkîyê Rawestîne


Serokwezîrê Avusturya Sebastian Kurz dîyar kir ku Yekîtîya Ewrupa (YE) divê danûstandinên bi Tirkîyê re rawestîne.

Kurz ji rojnameya Kathimerini ya Yunanistanê re da zanîn ku ew bi salan e dixwaze ku bi Tirkîyê re "peywendîyeke durist" çêbe.

Kurz, ku di serê Tîrmehê de bûbû serokê demkî yê YE, dîyar kir ku Tirkîye di salên dawî de ji Ewrupa û nirxên wê dûr ketiye.

"Em bo YE û Tirkîye di çarçoveya cîranîyê de dikarin peywendîyên nû yên hevkarîyê çêkin" Kurz got.

Avusturya ji sêrî de yek ji welatên ku naxwaze Tirkîye bibe endamê YE ye.

Karbidestên YE, di salên dawî de Tirkîyê bi taybetî jiber binpêkirina mafên mirovan rexne dikin.

XS
SM
MD
LG