Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kushner bo Aştîya Herêmî li Rojhilata Navîn E


Jared Kushner îro Pêncşemê ji Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re got ku Serokê Amerîka Donald Trump pêgir e ku aştîya navbera Îsraîlî û Fîlîstînîyan pêk bîne.

Kushner ku zava û şewirmendê serekî yê Trump e, ji alîyê wî ve ji herêmê re hate şandin ku alîkarîya prosesa aştî ya navbera her du alîyan bike.

"Serok pir bi biryar e ku çareserîyekê pêkan be ku aştî û xweşhalî bîne hemî gelên vê herêmê," Kushner di hazirbûna Netanyahu de got.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî got ku mijarên wek pêşvebirina aştî, aramî û ewlehî li herêmê li benda nîqaşan in, lê ew geşbîn e ku çareserî ji wan re pêkan e.

Kushner roja Çarşemê bi Nûnerê Taybet yê Amerîka yê Rojhilata Navîn Jason Greenblatt re çûbû herêmê ku ligel rêberên Erebî li Kendavê, Misir û Urdunê hevdîtinan bike.

XS
SM
MD
LG