Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kushner Serdana Erebîstana Saudî û Qatarê Dike


Jared Kushner,û Ivanka Trump li Rîyad. (Arşîv)
Jared Kushner,û Ivanka Trump li Rîyad. (Arşîv)

Ajansa Reuters îro Duşemê ragihand ku şêwirmendê payebilind yê Qesra Sipî Jared Kushner û tîma wî bi armanca danustandinan di vê heftey de diçin serdana bi Erebîstana Saudî û Qatarê.

Li heremê piştî kuştina zanyarê navokî yê ya Îranê alozî her diçe zêde dibin.

Karbidestekî payebilind ya rêvebirîya Amerîka roja Yekşemê got ku Kushner dê di rojên pêş de li bajarê Neom ya Erebistana Saudî bi prensê cîgir Mihemed bîn Salman yê Saudî û bi Emîrê Qeterê re bicive.

Hevdem, balyozên Rojhilata Navîn Avi Berkowitz û Brian Hook û herwiha berpirsê sazîya darayîya geşepêdana navneteweyî ya Amerîka, dê beşdarî Kushner bibin.

Adam Boehler, rêvebirê kargêriya karûbarê darayîya geşepêdana navneteweyî ya Amerîka, dê beşdarî Kushner bibin.

Lê, heman karibdest ku nexwestîye navê wî were zanîn, jiber sedemên ewlehîyê hûrgulîyên seredana Kushner nedaye.

Herwiha, Karbidest got ku Kushner hefteya borî li Qesra Spî bi wezîrê karên derve yê Kuweytê, Şêx Ahmed Nassir El-Muhemmed El-Sebah re civya ye.

Kuweyt di her hewildana çareserkirina lihevnekirina sê salî ya di navbera Qatar û endamên din yên Konseya Hevkarîya Kendavê de girîng tê dîtin.

Kushner û tîma wî ji Tebaxê vir ve, bi armanca normalkirina peywendîyên di navbera Îsraîl û Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Sudanê, alîkarîya danûstandinên dikin.

Karbidest got ku berî ku Serok Donald Trump di 20'ê Rêbendanê de deshilatê bide serokê bijartî Joe Biden, ew dixwazin peymanên bi vî rengî pirtir ava bikin.

Rêwîtîya Kushner piştî kuştina roja Înêyê ya Muhsîn Faxrizedeh li Tehran ji hêla êrişkarên nenaskirî ve pêk tê.

Hikûmetên Rojavayî û Îsraîlî bawer dikin ku Faxrizedeh damezranerê bernameya veşartî ya çekên navokî ya Îranê bû.

Çend rojên berî kuştinê, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çûbû Erebistana Saudî û bi Bin Salman re hevdîtineke pêk anîbû ku ev serdan wek serdana fermî ya ya rêberê Îsraîlê hatibû dîyar kirin.

Medya Îsraîlê ragihandibû wezîrê Karê Derve yê Amerîka jî ewê beşdarî wan bûye.

Li gor Reuters, civîna dîrokî hemberî Îranê hevalbendîyeke stratejîk ya Rojhilata Navîn destnîşan kir.

Herwiha Bin Salman û Netanyahu ditirsin ku Biden di warê polîtîkayên derbarê Îranê, nêzîkîtîya dema serokê berê Barack Obama bişopîne ku di têkiliyên Washington û hevalbendên wê yên herêmî gelek pirgirêk derxistibû holê.

Biden gotibû ku ewê jinûve beşdarî peymana navneteweyî peymana navokî ya hêzên cîhanî di 2015'an de, bi îranê re îmza kiribû û herwiha dê bi hevalbendan re bixebite ku şert û mercên peymanê xurt bike.

Hêjayê balkişandinê ye ku Erebistana Saudî, Misir, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, di 2017'an de, jiber îdayên ku Qatar piştgirîyê dide terorîzmê bi Qatar re peywendîyên xwe yên dîplomatîk bi Qatar re qut kirin û boykot ragihandin.

Lê, Qatar ev îdayana red dike.




XS
SM
MD
LG