Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zava û Şêwirmendê Trump Serdana Îraqê Dike


Ivanka Trump û Jared Kushner li preskonferanseke Donald Trump
Ivanka Trump û Jared Kushner li preskonferanseke Donald Trump

AP’ê îro Duşemê ji zarê jêderên fermî ragihand ku şêwirmend û zavayê Serokê Amerîka Donald Trump, Jared Kushner, ewê bi generalekî Amerîkî serdana Îraqê bike.

Hûrgilîyên derbarê serdana bi General Joseph Dunford nehatin weşandin. Çavkanîyekî rêvebirîyê got ku Kushner dixwaze jibo xwe, rewşa dawî ya Îraqê bibîne û piştgirîya xwe ya bo hikûmeta Îraqî nîşan bide.

Jêderan navên ku dê Kushner û Dunford serdana wan bikin nedan.

Kushner di peywendîyên bi Rojhilata Navîn de rolekî veşartî ya dîplomatîk dilîze.Tevî ku tecirbeyên wî yên hikûmetî yan dîplomatîk tune bûn jî Trump ji wî xwestibû ku aştîyekê di navbera Îsraîl Filistînê de çêke.

Trump berî serokbûna xwe, jibo Kushner gotibû ku ger ew nikaribe aştîyekê li Rojhilata Navîn çêke ti kes nikare çêke.

Kushner bi keça mezin ya Trump, ku Ivanka ye, re zewiciye.

Hêjayî bîrxistinê ye, meha borî Serokê Îraqê Haydar el-Abadî li Amerîka serdana Trump kiribû û piştî civînê dîyar kiribû ku ewê Amerîka, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de êdî pirtir alîkarîyê bide hêzên Îraqî.

XS
SM
MD
LG