Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuştinkarîya Hikûmeta Sûrî Îro jî Didome


Xwepêşanderên dijî Beşar Esed kuştina zaroyê 10 salî, Îbrahîm Şehîban protesto dikin.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên ewlekarîyê di xwepêşandanên îro Înîyê de, herî kêm 18 kes kuştin ku piranîya wan li bajarê Himusê ne.

Tevgera hevrik ya Sûrî bi morala kuştina rêberê berê yê Lîbyayî, li seranser welêt dest bi xwepêşandanên nû kirîbûn ku piştgirîya gelê Lîbyayê bike û dijberîya xwe ya dijî hikûmeta Beşar Esed zêde bike.

Demeke zûtir ya vê hefteyê, Civata Demkî ya Netewî ya Lîbyayê, wekî nûnera rewa ya gelê Sûrî, bi fermî pênasînê bi Civata Netewî ya opozîsyona Sûrî kirîbû. Bizavkarên Sûrî jî hêvîya xwe radigîhînin ku li welatê wan jî guhartina desthilatê pêk were.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji destpêbûna xwepêşandanên dijî hikûmeta ya serê salê vir ve, bêtirî 3.000 kes ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve li Sûrîyê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG