Artêşa Kuweytê îro Şemîyê ragihand ku wan hejmareke dron li esmanê welêt pûç kirine.
Artêşê di daxuyanîyekê de got ku ev dron beşek in ji êrîşeke Îranî li ser çend armancên girîng li Kuweytê.
Li gor daxuyanîyê, navendeke hikûmetê li bakurê Kuweytê û avahîyeke sivîlan li Girava Bubiyan rastî êrîşa dronê hatin. Di encamê de ziyanên madî derketin lê qurbanî nebûn.
Ji dema dawî de artêşa Kuweytê bi awayekî rojane rê li ber êrîşên mûşek û dronan ên Îranê digire.