Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Erebî Êrîşên Îranê yên ser Kuweyt û Behreynê Şermezar Dikin

Wezîrê Berevaniya Kuweytê Serdana Birîndaran li Nexweşxaneyê Dike
Wezîrê Berevaniya Kuweytê Serdana Birîndaran li Nexweşxaneyê Dike

Çend welat û sazîyên Erebî roja Çarşemê êrîşên Îranê yên li ser Kuweyt û Behreynê bi tundî şermezar kirin.

Mîrgehên Erebî Yekbûyî (Îmarat), Erebistana Siûdî, Urdun, Qeter, Civata Hevkarîya Welatên Kendavê û Parlamentoya Erebî êrîşên li ser herdu welatên Kendavê protesto kirin

Li gor daxuyanîyan, Îranê bi mûşek û dronan êrîş li ser sazîyên sivîl û avahîyên girîng li Kuweytê pêk anîn, di nav de Firokxaneya Navneteweyî ya Kuweytê.

Di encama wan êrîşan de li gor çavkanîyên fermî yên Kuweytê, kesek hat kuştin, gelek kes birîndar bûn û zirareke mezin giha hin sazîyan.

Wezareta Berevanîya Kuweytê li ser X'ê got ku Wezîrê Berevanîyê Şêx Ebdullah Elî Ebdullah El-Salim El-Sebah serdana nexweşaneyan kir û li rewşa birîndaran pirsî.

Wezareta herwiha di peyameke cuda de got: "Hêzên me yên çekdar ji sibeha îro - Roja Çarşemê- ve rêgirî li 13 mûşekên balîstîk û 17 dronên dijmin di qada esmanî ya Kuweytê de kir, û ew li ser çend deverên niştecihbûnê hatine xistin, di encamê de hin bermahî ketin xwarê."

Îmarat got ku wan êrîşan binpêkirineke eşkere ya serweriya Kuweytê û yasaya navneteweyî dibînin. Hikûmeta Ebu Zabî herwiha piştgirîya xwe ya tevahî ji bo Kuweytê ragihand.

Erebistana Siûdî êrîşên Îranê wekî "binpêkirineke eşkere ya serwerîya Kuweytê û Behreynê" binav kir û got ku van kiryaran hewildanên navneteweyî yên ji bo vegerandina aramî û ewlekarîyê li herêmê têk dibin.

Urdun jî êrîşên li ser sazîyên sivîl şermezar kir û got ku ew binpêkirineke giran a Peymana Neteweyên Yekbûyî ne. Hikûmeta Emanê hevgirtina xwe ya bi Kuweyt û Behreynê re dubare kir.

Qatar di daxuyanîyekê de got ku armancgirtina sivîlan û avahîyên sivîl binpêkirineke zelal a mafê mirovan û peymanên navneteweyî ye. Doha bang li hemû alîyan kir ku ji bo kêmkirina girjîyan xebatên xwe berdewam bikin.

Sekreterê Giştî yê Civata Hevkarîya Welatên Kendavê, Casim Mihemed El Bidêwî, got ku van êrîşan siyaseta dijminane ya Îranê li hember dewletên Kendavê nîşan dide û ew gefeke rastîn ji bo ewlehîya herêmî ne. Wî daxwaz kir ku civaka navneteweyî helwesteke tund bigire.

Serokê Parlemena Erebî Mihemed bin Ehmed El Yemahî jî got ku armancgirtina sivîlan û saziyên girîng "Ev rewişta tawankar a rejîma Îranê" nîşan dide. Wî bang li Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestandina van binpêkirinan gavên bilez û bihêz bistînin.

Tevî hebûna agirbestekê û domandina danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de, rejîma Îranê bi awayekî berdewam êrîşan dibe ser welatên herêmê, di nav de jî Herêma Kurdistanê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG