Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuweyt 24 Demjimêran Dide Dîplomatên Îranê ku ji Welêt Derkevin

Wezareta Derve ya Kuweytê îro Çarşemê biryar da ku hejmara karmendên balyozxaneya Îranê kêm bike û ferman da du dîplomatên Îranî ku di nava 24 demjimêran de ji Kuweytê derkevin.

Ev yek di demekê de tê piştî ku Îranê êrîşên dron û mûşekan birin ser Kuweytê.

Wezareta Kuweytî balyozê demkî yê Îranê bang kir û nameyeke hişyarîyê da wî, ku bi fermî dibêje divê Îran demûdest êrîşên xwe rawestîne.

Wezaretê li ser platforma X'ê diyar kir ku ev biryar ji ber berdewamîya "êrîşên hovane yên Îranê yên bi mûşekên balîstîk û dronan" hatiye girtin.

Hikûmeta Kuweytê eşkere kir ku Îranê serê îro Çarşemê pêleke nû ya êrîşan bi ser çend bingehên sivîl û cihên girîng, di nav de Firokxaneya Navneteweyî ya Kuweytê, pêk anî.

Di encamê êrîşên de kesek hat kuştin, bi dehan sivîl birîndar bûn û ziyan gihîşr balyozxane û avahîyên girîng.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Kuweytê got ku “ev êrîş binpêkirina eşkere ya serxwebûna Kuweytê û qanûnên navneteweyî ye.”

Karbidestê Kuweytî tekez kir ku Kuweyt bi ti awayî rê nade ku ax an esmanê wê ji bo êrîşên li dijî ti welatekî were bikaranîn.

Wî herwiha got ku li gor qanûnên navneteweyî, “mafê Kuweytê yê tevahî heye ku berevanîyê di ber xwe di bike, axa xwe û xelkê xwe ji van êrîşan biparêze.”

This item is part of
XS
SM
MD
LG