Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kuwait Balyozê Xwe li Îranê Bang Dike


Wezareta derve ya Kuwaitê banghêşta balyozê xwe kir li Tehran, piştî êrîşên doh roja Şemiyê li hember balyozxana Erebistan Saudî li Tehran û Konsolxaneya wê li bajarê Meşhed.

Wezareta derve ya Kuwait dibêje, wan baloyzê xwe li Tehran Mecdî Ehmed Îbrahîm Eldufeyrî banghêşt kiriye, wezaret dide zanîn ku ew êrîşên liser ciyên Diplomasî hatine kirin, li dij pirensîp û rewiştên dîplomasî û yasay navnetewî ne.

Di du rojên derbasbûyî de her yek ji welatê Sudan, Erebistana Saudî û Bahrên têkilyên xwe yên dîplomasî li gel Îranê qut kirine.

Wek tê zanîn Erebistan Saudî di rojên derbasbûyî de hijmarek kesan lisêdarê dabûn, yek ji kesên sêdaredayî kesatiyê mezheb Şîa Şêx Nimir El-Nimir bû, piştî bûyera lisêdaredanê êrîş li dij berjewendiyên Erebistana Saudî li Tehran û hind bajarên din pêkatin, ev êrîş bûn sedema aloziyên diplomasî di navbera Îran û welatên kendavî û hind welatên din yên Ereb.

XS
SM
MD
LG