Roja Yekşemê li Kuwait, di bûyera lihev qûlipîna buseke neferan de 15 karmendên di warê petrolê de kar dikin jiyana xwe jidest dan, piraniya wan ji Hindistanê ne.
Mohammed al-Basrî ji şerîketa petrola Kuwaitê "KOC" gotiye ajansa Fransî AFP, kesên jiyana xwe ji dest dane 7 Hindî, 5 Misrî û 3 yên din welatiyên Pakistanê ne, herweha 2 welatiyên Hindî û yekî Kuwaitî birîndar bûne.
Berpirsê rêvebiriya agirvemirinadinê, efser Xelîl al-Amirî gotiye, kesên jiyana xwe jidest dane karmendên şerîketa Burgan ya vekolandina bîrên petrolê ne, ku ser bi kerta taybet ya girêdayî şerîketa dewletê "KOC" e.
Weke hemû welatên Erebî û yên Kendavê ku, weke Kuwaitê bi Petrolê di zengînin, ji aliyê civaka navnetewî ve jiber serederiya xerab û binpêkirina mafên karmendên biyanî hatiye şeremezar û rexne kirin.