Dadgeheke Kuweytî îro Sêşemê cezayê mirinê da 7 kesên girtî, bi sedema ku wan di bombekirina mizgefteke Şîayan de cîh girtine.
Dadgehê jibo 8 kesên din jî ji du heta 15 salên cezayê zindanê da û 14 kesên din jî serbest kir.
Hêjayî gotinê ye, bi giştî 29 kes jiber rola wan ya êrîşa ser Mizgefta Îmam Sadiq de hatibûn darizandin û 7 ji wan Kuweyrî, 5 Saudî, 3 Pakistanî û 13 kes jî Erebên bê dewlet bûn.
Di êrîşa meha Hazîranê de ku li paytaxt Kuweyt City qewimîbû, herî kêm 26 kes hatibûn kuştin, 227 kesên din jî birîndar bibûn.
Komeke tundrê ku peywendîya wê bi DAIŞ re heye, berpirsîya wê êrîşê û du êrîşên din yên hember mizgeftên Şîayan li Saudî rakiribû ser xwe.