Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêx Newaf el-Ahmed el-Sabah Dibe Mîrê Nû yê Kuweytê


Şêx Newaf el-Ahmed el-Sabah

Kabîneya Kuweytê ragihand ku mîrzayê cîhgir Şêx Newaf el-Ahmed el-Sabah hat destnîşan kirin ku şûna birayê xwe Şêx Sabah welêt bi rê ve bibe.

Daxuyanîya kabîneya Kuwetê di televîzyona dewletê de hat xwendin ku Şêx Newaf el-Ahmed el-Saba yê 83 salî êdî desthilatdarê wî welatî ye.

Li gor qanûna bingehîn ya Kuweytê mîrzayê cîhgir piştî mirina mîr bi otomatîkî dibe emîr û piştî sondwarinê li parlamanê desthilatê werdigire.

Medya dewleta Kuweytî îro ragihand ku mîrê wî welatî Şêx Sabah el-Ahmed el-Sabah îro di 91 salîya xwe de mir.

Sabah, piştî neştergerîyeke li Kuweytê, di meha Tîrmehê de jibo dermankirinê ji Amerîka re hatibû birin, lê dema nexweşîya wî ji bîragiştî re nehatibû eşkere kirin.

XS
SM
MD
LG