Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kuweytê Krîza Sîyasî Kûr Dibe, Hikûmetê Karvekişîna Xwe Da


Ajansa KUNA ya Kuweytî ragihand ku hikûmetê îro Duşemê karvekişîna xwe raberî mîrê wî welatî, Şêx Newaf el-Ahmed el-Sabah kir kur ê li ber asêbûna sîyasî veke.

Îsal cara duyê ye ku hikûmeta bin serokwezîrîya Şêx Sabah el-Xalid el-Sabah, jiber mezin yên problemên bi parlamana welêt re, karvekişînê xwe peşkeş kiribû.

Sabah jiber vê pirsgirêkê nekarîbû reformên darayî pêk bianîna.

KUNA da zanîn ku serokwezîr nameya karvekişîna kabîneya xwe bi dest raberî mîr Newaf kir.

Demûdest zelal nebû ku mîr Newaf karvekişîna hikûmeta ku di meha Adarê de hatibû damêzirandin, qebûl kiriye yan ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku pirsgirêkên navbera hikûmet û parlamanê ji salên dirêj vir ve didomin û ew bûye sedema guherîna hikûmetan, astengkirina cîhanîna reforman.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG