Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Mûşekî Yên Rûsî de li Kîevê 17 Kes Hatin Kuştin

Russian missile strike in Kyiv
Russian missile strike in Kyiv

Karbidestên Ukraynî ragihand ku Rûsyayê serê sibeha îro Çarşemê bi dehan mûşekên balistîk û dron êrîşê Kîevê û derdora wê kirine, ku di encamê de herî kêm 17 kes hatine kuştin û 44 kesên din jî birîndar bûne.

Hêza esmanî ya Ukrayna dîyar kir ku wan nêzî ji sedî 90’ê 115 dronên Rûsî xistine xwarê, lê tevahîya 24 mûşekên balîstîk û4 mûşekên krûz nehatîne êk birin.

Hat ragihandin ku di êrîşên Rûsî ya nêzîkî du saetan de, embar û navendên lojîstîkê yên mezin, kargeheke bîrayê û ofîseke nameyan wêran bûne.

Karbidestekî herêmî got ku li stasyoneke trênê ya rêwîyan li derveyî Kîevê, heşt kes hatine kuştin.
Li Ukrayna sibe Pêncşemê wekî rojeke şînê ya fermî hat ragihandin.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku pêkan bû ku pêşî li mirinan bihata girtin û wî ji welatên hevbend zêdetir mûşekên berevanîya esmanî daxwaz kir.

"Astengkerên mûşekên balîstîk dikaribûn jiyana kesên ku îro hatine kuştin xilas bikirana,"wî got.

Zelenskyy destnîşan kir ku radestkirina mûşekên berevanîya esmanî jibo Ukraynayê, îsal daketiye sê yeka asta par.

Li gor ragihandinên medyayê, piştî şerê Îranê, dabînkirina sîstemên Patriot yên Amerîkî ku tekane çek e ku Ukrayna dikare mûşekên balîstîky ên Rûsyayê bixe xwarê, li Kîevê kêmasiyeke girîng ya amûrên astengkirinê derketîyê holê.

Dengê Amerîka jibo şîrovekirina êrîşa Rûsya û daxuyanîyên Zelenskyy yên ser kêmbûna amûrên astengkirinê gihişt Koşka Spî û wezareta derve û niha li benda bersîvekê ye.

Wezareta berevanîyê ya Rûsya got ku wan li Kîevê û derdora wê, êrîşê 7 navendên lojîstîkê kirine û îdia dikir li wan cîhan kelûpelên leşkerî û pêkhateyên dronan dihatin weşartin yan belav kirin.

Ev Îdîayana bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin. Karsaziyên Ukraynî gotin ku di encama êrîşan de, depoyên firotanê, navendên hilanîn û belavkirina xwarinê wêran bûne, û 6 karmendên firoşkarekî xwarinê hatine kuştin.

Ji alîyê din ve, Ukraynayê êrîşên xwe yên dûr-menzîl yên li hundirê Rûsyayê berdewam kir, û li navenda lojîstîkê ya firoşkarê onlaynî Wildberries li herêma Tula ya li başûrê Moskowê xist.

Li gor walîyê herêmê, bermahîyên dronan li herêmeke pîşesazîyê ya li bajarê Ufa yê Rûsyayê, ku navendeke sereke ya rafinerîya petrolê ye, bûye sedema rûdayîna şewatekî.

Herwiha medya dewleta Rûsya ragihand ku serokê kargeheke Rûsî ku dronên leşkerî hildiberîne, jiber teqîneke di otomobîla wî de, li nêzîkî bajarê Yekaterinburgê bi giranî birîndar bûye û ajokarê wî jî mirîye.

Ev di nava hefteyekê de êrîşa duyemîn ya dîjî hilberînerek dronên Rûsî ye.

Rûsya Ukraynayê jiber êrîşên berê yên dijî kesayetîyên tekildarê hewlên wê yên şer în tawanbar dike; lê Kîevê heya niha ti daxuyanî ranegihandine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG