Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Qirgizistanê Piraniya Dengên Hilbijartina Serokatî Bidest Xist


Almazbek Atambayev li Taşkent dengê xwe dide.

Serokwezîrê Qirgizistanê Almazbek Atambayev dibîte serokê nû yê wî welatî piştî li hilbijartina serokatî piştevaniya piraniya denganderan bidest xist.

Ev cara yekemîn e hibijartina serokatî li Qirgizistanê bihête kirin, piştî di serhildanekê de li sala bihûrî hikûmeta Qirgizistanê hilweşiya.

Çavdêrên naventeweyî dibêjin, herçende hindek kêmasî li proseya dengdanê hebûn, lê belê ew geşbîn in beramberî paşeroja demokrasîyê li Qirgizistanê.

Nêzîkî ji sedê 99’ê dengan hatîne hijmartin û birêz Atambayev li pêş 15 kandîdên din e.

XS
SM
MD
LG