Senatora eyaleta Arizona Kyrsten Sinema îro Înê ji endamtîya Partîya Demokrat derket û xwe wek serbixwe bi nav kir.
"Ez jî tev li hejmara zêde ya rûniştvanên Arizona bûm ku jiber sîtema çikestî ya li Washingtonê, sîyaseta bi rêka partîyan red dikin û xwe wek serbixwe bi nav dikinê,” Sinema ji rojnameya Arizona Central re got.
Wê ji malpera Politico re jî got ku ewê bi Komarîyan re tevnegere. Bi vê daxuyanîyê hejmara kursîyên Demokratan li Civata Senatoran bû 50.
Di rewşa heyî de Bernie Sanders ji Vermont û Angus King ji Maine wek senatorên serbixwe ne, lê ew bi giştî bi Demokratan re gavên xwe davêjin.
Biryara Sinema du roj piştî serketina hilbijartina qonaxa duyê ya eyaleta Georgia hat ku Demokratan giheştibû 51 kursîyan û piranîya wê civatê bi dest xistibû.