Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komela Lêkolînên Kurdî Piştgirî Dide Bijartina Dersa Zimanê Kurdî


Komela Lêkolînên Kurdî li Stenbolê
Komela Lêkolînên Kurdî li Stenbolê

Li Tirkîyê li gor sîstema xwendinê ya Wezareta Perwerdê ya Tirkîyê ya dersa bijarte, eger 10 xwendekar daxwaza dersa zimanê Kurdî bikin, polekî taybet jibo wan tê vekirin ku zarokên Kurd hem dikarin di zaravaya Kurmancî hem jî dikare zaravaya Zazakî bibijêrin.

Jiber vê yekê jî her zarokên di polên 5,6,7 û 8’an yên li dibistanên dewletê perwerde dibînin dikarin vê dersê bibijêrin ku 7’ê Sibat’ê jibo bijartina van dersan roja dawî ye.

Eyyup Subaşi
Eyyup Subaşi

Hevserokê Komela Lêkolînên Kurdî Eyyup Subaşi dîyar kir ku bi taybetî îsal bijartina dersa Kurdî bûye rojev û ew yek erênî dibîne.

“Bijartina dersa Kurdî dikare bandorekê ser avakirina hişmendîya zimanê Kurdî çêke. Lê li alîyekî din ve jî çênabe ku wekî armanca dawî ya gelê Kurd hefteyê 2 seat dersa jibo 4 polan be. Divê perwerdeya zimanê Kurdî bi qasî van dersên bijarte bibe rojev û xebatên me yên sereke.”

Subaşi bi berdewamî jî û destnîşan kir ku zêdebûna perwerdeya zimanê Kurdî ya komeleyê bandoreke erênî ser civakê jî dike.

“Dema ku xebatên komelayê bandorekê ser civakê çêdike, hişmendîya di nav civakê de jî zêdetir dibe û ev yek dikare bandorê ser bijartina dersen zimanê Kurdî jî bike. Herwiha bijartina dersa zimanê Kurdî wê bandoreke erênî ser xebatên komelayê jî bike.”

Hêjayî gotinê ye ku Komela Lêkolînên Kurdî jî bi salane dersên zimanê Kurdî hem jibo mezinan hem jî jibo zarokan dide ku vê serdemê jî 5 pol jibo zarokan vekirine û ji hezarî zêdetir xwendekaran perwerde kirine.

MEB_2_7_22_Roja_Dawî_Bijartina_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:24 0:00

XS
SM
MD
LG