Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîbya Dibêje ku Piştî Binavbûna Belemê Hîn 116 Penaber Hinda Ne


Penaberên neqanûnî li nêzî Trablusê (Arşîv)
Penaberên neqanûnî li nêzî Trablusê (Arşîv)

Berdevike hêzên deryayî yên Lîbya Eyûb Qasim îro Pêncşemê ragihand ku piştî binavbûna belemekê li peravên wî welatî, hîn 116 penaber hinda ne.

Qasim ragihand ku heta niha 132 penaber ji alîyê zerevanên deryayî yên Lîbyayî û masîgirên xwecîhî ve hatine rizgar kirin.

Qasim da zanîn ku li gor texîmîna wan di nav belema ku li nêzî pervên bajarê Komas binav bû de pirtir ji 200 penaber hebûn û heta niha yek term ji nav avê hate derxistin.

Demeke zûtir ya îro, Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) xema xwe ragihandibû ku nêzî kes di bûyerê de hatine kuştin, 150 kesên din jî hatine filitandin.

Ger texmînên ser qurbanîyan werin piştrast kirin, ewê bibe hejmara herî mezin ya mirinna ku îsal li Derya Sipî pêk tên.

XS
SM
MD
LG