Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azîzî: ENKS Hinartina Leşkerên Opozisyona Sûrî Bo Lîbya Ne Erê Dike Û Ne Red Dike


Dr. Kawa Azîzî

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dawiya hefteya bûrî gotbû, ewê leşkeran bişînin Lîbya bo piştevanîya hikûmeta Trablûs ya ku Fayîz Al Sarac serokatiya wê dike ji bo li dij êrîşn leşkerê Niştîmsanî yê Lîbî şer bikin yê ku ji aliyê Mûşîr Xelîfe Haftar ve tê birêvebirin.

Raportan dîsan dan eşkere kirin ku Tirkiyê hin grûbên çekdar yên Sûrî yên girêdayî leşkerê opozisyona Sûrî hinartine Lîbya. Heta niha çend grûp bi rêka firokan ji Tirkiyê çûne Lîbya, herwiha Bloomberg di raporteke xwe de daye eşkere kirin ku grûba çekdar ya bi navê Sûltan Murad ku girêdayî Tirkîyê ne û ser bi hêzên opozisyonî Sûrî ve ne û piraniya wan Tirkmen in, bo Lîbya dê bihên hinartin û hejmar ji çekdarên Sûrî gihane Lîbya.

SOHR di raporteke xwe de hin girteyên Videoyî weşandin tê îdîa kiri ku çekdarên opozsiyona Sûrî ne li Lîbya hatine dîtin.

Partiyên Opozisyon yên Tirkiyê, di serî partiya herî mezin CHPê îro da zanîn ku ewê li Parlemenê dijî hinartina leşkeran bo Lîbya rawestin, serokê CHP di pres konferansekê de ragihand ku ew li dij in leşkerên Tirk herin Lîbya û tecrûbeya Sûriyê dubare bikin.

ENKS, Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê ku beşekin ji hevpeymaniya Sûrî, heta niha derbarê hinartina şekdarên opozisyona Sûrî bo Lîbya helwestek zelal nîşa nedaye, herçende ku ew beşekin ji hêzên opozisyona Sûrî.

JI bo ku helwesta ENKSê bihê zanîn Dengê Amerîka hevpeyvîn li gel Dr. Kawa Azîzî, mamostayê zanîngehê û kesê di nava Îtlafa Sûrî û ENKSê de got"Helwesta me ne wek ya Îtîlafê ye weke ez dizanîm wan hinartina leşkeran erê kirîye, lê em weke ENKS, me ne erêz kirîye ne red kirîye, û ne şûxlê me ye."

Derbarê pirsa ewê bandoreke çawan li ser şorişa Sûrî û baweriya xelkê wê bike? Azîzî got "Şorişa Sûrî bi wê manya şorişê nemaye, pir grûp û pir alîne û lêgerekî wan yê yekgirtî nîne."

Derbarê hinartina leşkerên opozsyona Sûrî bo Lîbya ji aliyê Tirkiyê de, Kawa Azîzî got, ew kirêgirtîne û bi pere kar dikin, Tirkiye bo berjewendiyên xwe her yekî 2000 – 2500 dolar dide wan.

Kawa dibêje, li gur pêzanînên wan bingehên xwe qeyd kirinê li Girêspî û Serêkaniyê jî hatin vekirin ji bo ku aligirên Tirkiyê yên hatine wan herêman navên xwe bo çûna lîbya binvîsin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00


XS
SM
MD
LG