Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanderê UN: Aliyên Nakokbar li Lîbya Bo Agirbestek Mayînde Amadene


Şanderê taybet yê Netewên Yekbûyî bo Lîbya Ghasan Selame roja Sêşemê ragihan ku "Heza rastîn heye bo danûstendinan" di navbera aliyên rikeber da li Lîbya. Li gel destpêkirina danûstendinan di navbera şandên leşkerî de li Cenêva, yên herdu aliyên şerker li Lîbya, bi armanca ku agirbest li welatê wan bihê ragihandin.

Selame gote rojnamevanan, mixabin ku herdu alî binpêkirinên di warê mercên çekan de encam didin, û çekdarên kirêgirtî bi berdewamî diçin Lîbya. Ev yek pêk tê, piştî ku Hêzên Rojhilatê Lîbya(Leşkerê Niştîmanî yê Lîbî) bi fermandarîya Xelîfe Hafter ku nêzî 10 mehane hewil dide paytext Tirablus kontrol bike.

Di danûstendinên Cenevê de 5 fermandarên leşkerî ji Leşkerê Niştîmanî yê Lîbî û 5 jî ji Hêzên hevpeymanên hikûmeta Niştîmanî bi serokatîya Fayîz Al Saraj beşdarî gotûbêjan bûne.

Herçende meha bûrî Rûsya û Tirkiya hewildabû şer raweste û 19ê meha bûrî li Berlin jî, Komcivîna derbarê Lîbya pêkhatbû, lê heta niha şer û pevçûn di navbera aliyên şerker da dom dikin.

Selame da zanîn ku herdu aliyên rikeber dixwazin şerî rawestînin û niha kar dikin" Bo çarerserîyê û li hevguherîna bîr û ramanan da ku bizanin çawan agirbestek mayînde li ser erdê ragihînin".

Selame got, ji doh û vir da, em hewil didin ku hêwirbûn çê bibe û herdu alî binpêkirinan rawestînin da ku agirbestek dayîmî pêk bihê.

XS
SM
MD
LG