Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîraya Tirkî Îro jî Hember Dolara Amerîkî Nirxê Xwe Hinda Dike


Lîraya Tirkî îro Duşemê careke din nirxê xwe hinda kir û bi rêjeya % 7 nizim bû û dolareke Amerîkî nêzî 15 lîrayan bû.

Piştî wê yekê, Banka Navendî ya Tirkîyê dest avêt mijarê û dest bii firotina dolarê kir da ku nirxê lîrayê dîsa bilind bike.

Piştî mudaxeleya Banka Navendî nirxê lîrayê daket asta 14.99 dolaran, lê dîsa jî rewşa dirava Tirkî rewşeke wiha de ye ku ji destpêkê sale vir ve nîva nirxê xwe ji dest berdaye.

Nirxê dirava Tirkî hefteya borî jî daketibû û Banka Navendî ketibû nav hewilan ku wê careke din bîne binî 14 dolaran û ew jî bûbû sedema krîz û neramîya li bazaran.

Wek bersîvdana wê rewşê, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, wezîrê darayî guhertibû.

XS
SM
MD
LG