Piştî du mehan nirxê lîrayê Tirkî li hember dolar cara yekan e evqas ket xwar. Yek dolar 5,94 lîrayê Tirkî ye.
Gelo sedemên bilindbûna dolar li hember lîrayê Tirkî çi ne?
Aborîzan Mustafa Sonmez ji Dengê Amerîka re got ku rola sedemên wek aborî, dîplomatîk û polîtîk hene.
“Çima hem sermaya derve, hem jî sermaya Tirk bêre xwe da dolarê? Sedema vê ew e ku bêbawerîyeke mezin ji Tirkîyê re heye. Her roj hin bûyêrên nû diqewimin. Pejirandina biryara jenosîda Ermenîyan ji alîyê Amerîka, mîjara Lîbya, bêbawerîyeke mêzin çêdike. Herwiha polîtîkayên navxweyî yên wek biryara daxistina faîzê ya Banka Navendî ya Tirkîyê, enflasyona bilind, bêkarî, topavêtina hin şîrketan jî bêbawerîyeke mêzin li ser Tirkîye çêdike.”
Sonmez dibêje ku ev rewş êdî nayê kontrol kirin û karsaz jibo veberhênan welatên ewle dixwazin.
“Pêşeroja sîyasî ya Tirkîyê nayê pêşbînî kirin û rewşa têkîlîyên wê yên navnetewî ne zelal e. Jibo aborîyeke baş, divê desthilatdarîyeke xwedî bawerî were ava kirin. Mixabin Tirkîyê îro ji vê yekê dûr e. Partîyên nû têne damizirandin.”
Sonmez herwiha dîyar kir ku çareserkirînê aborîyê ya Tirkîye bi sererastkirina sîyasetê pêkan e.
“Sîstema rêvebirinê ya Tirkîyê ku sîstema seroktî yê, bi başî naxebite. Hemû desthilat di kesekî de kom bûye û ew jî neheqî, bêdadmendî û pirsgirêkan tîne.”