Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Welatên Baltîk Sizayan li Dij Alexander Lukashenko Û Desteya Wî Radigihînin


Dîmenek ji protestoyên li Belarus
Dîmenek ji protestoyên li Belarus

Lîtuaniya, Lativiya û Estonya îro Duşemê dijî serokomarê Belarûsya Alexander Lukashenko û 29 karbidestên din yên Belarûsya qedexeyên sefer kirinê ragihandin.

Sê welatên Baltik li benda biryara dewletên endamên Yekitîya Ewrûpî nesekinîn û biryara sizayên xwe ragihandin.

Herwiha ev Sê welatên Baltik bang li welatên Rojava kirin ku li hemberî Lukashenko, tedbîr û pîvanên xurtir bistînin.

Serokkomarê Belarûsya Alexander Lukashenko ji alîyê hêzên opozisyon û welatên Rojavayî ve jibo dirêjkirina desthilatdariya wî ya 26 salan bi sextekarî û hîleyan di hilbijartina seroktîya 9'ê Tebaxê de tawanbar dikin.

Lukashenko, hevalbendê Moskowê, sextekarîya di hilbijartinê de red dike û îda dike ku xwepêşander ji derve têne piştgirî kirin.

Serokê Lîtuaniya Gitanas Nauseda ragihand ku me bawer dikir ku di navbera rejîm û civakê de pêdivî bi dîyalog û lihevkirina aştîyane heye, lê ew dibînin ku rejîm jibo wê amade nîne.

"Em dibînin ku pêdivî ye ku em pêşve biçin û ji welatên din re jî mînakek nîşan bidin," Nauseda got.

Yekîtiya Ewrûpa li ser lîsteya xwe ya kesatîyên li Belarûsya dixebite ku bi cezayên wekhev biryarekê derxîne, tê çaverê kirin ku Lukashenko bikeve nava biryarê. Welatên rojavayî bi piranî bi baldarîyeke mezin nêzîkî vê mijarê dibin.

Tevahîya sê dewletên Baltik yên piçûk endamên YE û NATO ne. Lîtuaniya û Latîviya hevsînorin ligel Belarûsya. Lîtuaniya pêşwaziya berbijara seroktîyê dike ya opozîsyona Belarus Sviatlana Tsikhanouskaya, dema piştî hilbijartinan jiber parastina giyanê xwe reviya ye wî welatî.

Seroka opozîsyonê Tsikhanouskaya dê roja Înê bihê, di civîna Konseya Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî de li ser vexwendina Estonya axaftinekê pêk bîne.

Hêjayê bîr xistinêye ku, ev sê heftene li serenserê Balerûsya bi taybetî jî li paytext Mînskê bi beşdarbûna bi deh hezaran wepêşanderan protestoyên girseyî didomin.

Piştî biryara hersê welatên Baltîk, Mediya Rûsî li gor wezareta derve ya Minskê dibêje, Belarûsya dê bersivê bide hersê welatan û ewê hersê welatan siza bide.

XS
SM
MD
LG