Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Lîtwanya da Dibe Opozisyon Serkeve


Litwanya

Îro Yekşemê xola duyan ya hilbijartinên parlamenê li welatê Lîtwanya hatin destpê kirin tê texmîn kirin ku opozisyon, Rastigrên Navendî di hilbijartinan da serkev in.

Bêkarî û deyndarî fakterên herî li pêş in ku bûne sedema lawaz bûna hikûmeta Lîtwanya, hatiye biryar dan ku encamên xola duyê ya hilbijartinan heta demjimêr 6ê êvarî li gor dema Grênc (GMT) bidawî bibin û piştî çend demjimêran encam derkevin.

Lîtwanya welatê ku dikeve ser derya Beltîk û hejmara xwecihên wê kêmtir ji 3 mîlyon kesane, heta astekê biser pandemiya vîrusa korona serketîye, herçende vê dawiyê weke welatên din yên Ewrûpa rêjeya tûşbûnê bilind bûye.

Lê Serok Hikûmetê welat Saulius Skvernelis rastî rexneyan tê piştî ku bo peyda kirina derfetên karî serkeftin bides nexist û rêjeya bêkariyê zêdebûye û deyn li ser welat kom bûne.

Partiya Yekîtiya Niştîmanî ku rehên wê vedigerin bo salên 1980an û tevgereke xweseriya ji Rûsya dixwaze û ya li dij Yekîtiya Sovyeta berê deretbû, karî di xola yekê ya hilbijartinan da pêşeng be bi rêjeya 24.8% li hember 17.5 ku tevereke ji partiya Cotkar û Rezvan û partiya Keskan (LVZS) pê tê.

Dengderên Lîtwanî ku di nava sîstemek têkelda birêve diçe, nîva duyan îro bo hilbijartina 141 endamên parlamenê li navnedên dengdanê dê dengê xwe bidin.

Ingrida Simonyte, ku pêşengiya partiya Yekîtiya Niştîmanî dike gote mediya navxweyî, wan bawerî heye ku partiya wan û ku dibe li gel herdu hevpeymanên din dê piraniya parlamenê bidest bixin.

Ingrida Simonyte Wezîra maliyê bû di hikûmeta berî niha ya Yekîtiya Niştîmanî da, ya ku sala 2012ê desthilatdarî ji dest dayî piştî projeya Ewrûpa ya "Dest Girtinê- Teqeşof"ê bûye sedema daketina 15% ya berhemên navxweyî li sala 2009ê.

Ji hejî bîr xistinê ye ku hilbijartinên xola yekê 11 mehê hatbûn despê kirin û xola duyê îro Yekşemê destpê dike.

Li gor sistema hilbijartinên Lîtwaniya divê 141 ednamên parlamenê bihên hilbijartin. Di xola yekê da 71 endamên parlamenê li navendên cûda yên dengdanê yên tenê jibo yek endam pêkhatine û hejmara mayî ku 70 endam in, li gor sîstema rêjeyî û di yek navenda hilbijartinê da li ser astê welat dê ên hilbijartin.

Partiyên sereke yên weke tevgera Rezvan Û Keskan û partiya Yekîtiya Niştîmanî di hilbijartinan da li pêş in.

XS
SM
MD
LG