Breaking News

Lîbya Qayil Dibe ku Karmdendên NY Herine Misrata

Lîbya Qayil Dibe ku Karmdendên NY Herine Misrata
Lîbya Qayil Dibe ku Karmdendên NY Herine Misrata

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî û yên Lîbyayî dibêjin, wan geheşte rêkeftineke ku rê dide karmendên alîkarîyê bi ewlehî herine bajarê Misrata ya dorpêçkirî.

Tê ragihandin, Qezafî garantî nedaye ku hêzên wî topbarana dijî serhildayan rawestînin.

Berdevka Neteweyên Yekbûyî Stephanie Bunker do Yekşemê got, birêz Qezafî qayil bû ku destûr bide şandeyeke çavdêrî ya navnetewî ku here bajarê Misrata û rewşa heyî di cîhê xwe de bibîne.

Xanim Bunker got, hikûmeta Lîbyayî dê ewlekarîya şandeyê dabîn bike, li herêmên bin kontrola xwe.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê (IOM) radigîhîne 650 koçberên ku roja Yekşemê hatine rizgar kirin, Ghanayî ne.

Rêxistin her wiha dide zanîn Fîlîpînî û Ukraynî jî di nav kesên rizgarkirî de cîh digirin. IOM her wiha dibêje, 100 Lîbyayî jî di keştîya hawarçûnê de hene ku 23 ji wan birîndarên şerê ne.

Brîtanyayê roja Yekşemê ragihand ku ewê jibo hewlên alîkarîya mirovahî ya Rêxistina Navnetewî ya Koçberîyê û 2.4 mîlyon dolaran xerc bike.

XS
SM
MD
LG