Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binaxkirina Qezafî Hate Paşxistin


Binaxkirina Qezafî Hate Paşxistin

Karbidestên Lîbyayî dibêjin, binaxkirina rêberê berê Muamer Qezafî jiber vêkolîna berdewam li ser mirina wî hatiye paşxistin.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî jî daxwaza vêkolînek li ser kuştina Muamer Qezafî dike.

Li heman demê, Lîbyayî jî li navendeke kirîn-firotinê ya li bajarê Misrata dicivin ku li termê rêberê xwe yê berê bibînin.

Tê ragihandin, termê Qezafî li sarînceyeke goştfiroşeke kevn hatiye cîh kirin û hinek zîyaretvan bi telefonên xwe meyta Qezafî tomar kirin û wêneyan girtin. Li derva, hinek Lîbyayîyên din jî dirûşma “Xwedê Mezin e” qerîn.

Li vê demê ku pirsên li ser kuştina Qezafî zêde dibin, Lîbyayî jî pîrozbahîyên xwe didomînin û geşbînîya xwe ya jibo serdemeke nû li Lîbyayê dîyar dikin.

XS
SM
MD
LG