Tifaqa Ked û Azadîyê bi daxuyanîyekê ragihand ku ew bo dîyarkirina berbijarê serokomarîyê dixwazin danûstandinê bikin û li gor prensîbên xwe tevbigerin.
Wê tifaqê di daxuyanîyê de bang li rikeberîya Tirkîyê kir ku bo rewşa dîrokî bi awayekî wêrek erkên xwe bi cîh bîne.
Di Tifaqa Ked û Azadîyê de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TIP), Partîya Kedê (EMEP), Partîya Tevgera Kedkar (EHP), Partîya Azadîya Civakî (TOP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) hene.
Wan partîyan ser blokerina hesabên alîkarîya diravî ya HDPê û cezayê Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bertek nîşan dan.
Di serî de Partîya Gel ya Komarî (CHP), 6 partîyên rikeberîyê li dora Tifaqa Milet kom bûne û hin derdorên sîyasî wê tifaqê jiber ku danûstandinê bi awayekî eşkere bi HDP re nake rexne dikin.
Jêder: HDP, Ajansa Mezopotamya