Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Milîtanekî DAIŞ'ê Hate Kuştin


Li Nangarhar 45 Milîtanên DAİŞ'ê ku ji ji hêla hêzên Afganî ve hatine dorpêç kirin. ( Arşîv )
Li Nangarhar 45 Milîtanên DAİŞ'ê ku ji ji hêla hêzên Afganî ve hatine dorpêç kirin. ( Arşîv )

Rêxistina îstixbarata Afganistanê ragihand ku hêzên taybet yên Afganî di operasyoneke li rojhilata welêt de rêberekî payebilind yê yê DAIŞ'ê kuştin.

Daxuyanîya Rêvebirîya Ewlehîya Neteweyî ya Afganistanê ragihand ku navê mîlîtanê kuştî Esadullah Orakzai ye û ew bo rexistina DAIŞ'ê li Afganistanê berpirsê îstixbaratê bûye.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku Orakzai li nêzî Celalabad ya paytexta eyaleta Nangarhar hatiye kuştin ku li wê heremê avahîyên navendî yên DAIŞ'ê hene.

Orakzai kesekî gumankirîbû ku beşdarî gelek êrîşên kujer yên hem dijî arteşê û hem jî sîvîlên li Afganistanê bûye.

Di demên dawî de, li Afganîstanê tê dîtin ku tundûtûjî zêde dibe û tê îdiakirin ku piranîya êrîşan ji hêla hêzên heremî yên girêdayê DAIŞ'ê ve tên kirin.

Lê, raporteke Neteweyên Yekbûyî (NY) ya hefteya borî ragihand ku li Afganîstanê di şeş mehên pêşên ya îsal de rêjeya kuştin û birîndarbûna sivîlan yên di tundûtûjîya li serenserê welêt de, li gor heman dema sala borî de, sedî 13 daketiye.

Rapor dibêje ku NY di şeş mehên pêşîn yên 2020' an de, 17 êrîşên ji hêla DAIŞ'ê ve tomar kirine ku bûne sedemên kuştina sîvîlan ku ji 97 êrîşên di heman dema sala borî daketiye xwarê.

Bi tevahî, li gor pêzanîn NY, li Afganistanê di şeş mehên pêşîn ya 2020' an de, 1,282 kes hatine kuştin û 2,176 kes jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG