Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lahur Talabanî: Bexdadî Sax E û li Başûrê Reqa Ye


Serokê dezgeha Zanyarî ya Herêma Kurdistana Îraqê Lahur Talabanî ji Reuters’ê re ragihand ku ew 99 ji sedê piştrast e ku rêberê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî zindî ye û li başûrê Reqa ye.

"Bexdadî bêguman sax e û agahî di destê me de heye ku ew nehatiye kuştin. Bi bawerîya me ew % 99 zindî ye," Talabanî got.

“Dîroka Bexdadî digeheje serdema El Qaydê li Îraqê ku hîngê jî ew ji hêzên ewlekarî direwî. Ew dizane çi dike,” Talabanî bi berdewamî got.

Hêzên ewlekarî yên Îraqî dawî li desthilata DAIŞ’ê ya sê salan li Mûsilê anî û ew koma tunsrêî niha li Reqa jî di bin giwaştineke xurt ya Hêzên Sûrîya Demokratîk e.

Lê, Talabanî bal kişand ku tevî morala nizim ya piştî têkçûnên dawî, DAIŞ niha taktîkên xwe diguherîne loma jî sê, çar salên din dikşîne ku ew rêxistin bi tevahî were tune kirin.

Piştî şikestinê, DAIŞ’ê dê çerekî xirabkarî destpê bike û ew dê pirtir bişibe, wî bi berdewamî got.

Hin pispor texmîn dikin ku rêberên siberojê yên DAIŞ’ê wê karmendên îstixbaratî bin ku di bin dîktatorê berê yê Îraqî Saddam Huseyîn de xebitîne.

XS
SM
MD
LG