Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lake: Me Pêşniyara 10 Milyon Dolar bo Dabînkirina Înternetê bo Gelê Îranê Kiriye

Kari Lake ligel Serok Trump.
Kari Lake ligel Serok Trump.

Kari Lake, rêvebira cîbicîkar ya Ajansa Medyaya Cîhanî ya Amerîkî (USAGM), got ku hikûmeta Amerîkayê planeke berfireh û lezgîn pêşkêş kiriye ji bo piştgiriyê bide gelê Îranê di gihîştina agahîyên azad de.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala Newsmax, Lake got ku ev gavek e ji bo piştgirtina gelê Îranê ji ber wêrekîya wan.

Hefteya borî, Lake ragihand ku wê pêşniyara dabînkirina 10 milyon dolaran kiriye ji bo xurtkirin û destpêkirina xizmetên VPN da ku Îranî karibin xwe bigihînin nûçe û zanyarîyên belaş di dema qutkirin an qedexekirina înternetê de.

Rêvebira USAGM diyar kir ku plan bi hevkarîyeke nêzîk bi Weqfa Teknolojîya Vekirî re tê pêkanîn. Ev jî weqfek e ku amûrên ji bo dorpêçkirina fîlteran û parastina ewlehîya dîjîtal a bikarhêneran.

Li gorî wê, armanca serekî ew e ku bikarhênerên li Îranê karibin bi înterneta vekirî ve girêdayî bin bêyî ku ji hêla dezgehên ewlekarîyê ve werin naskirin.

Xanim Lake di nîqaşê de tekez kir ku ji bilî VPN, çareserîyên wekî înterneta satelîtê ya Starlink jî wekî bijareyek li ber çavan hatiye girtin da ku rêyên ragihandinê yên alternatîv peyda bikin, dema girtina înternetê ya bi tevahî.

Wê got: "Dema ku ew înternetê dibirin, divê em di gelek kanalên cuda re wê derbas bibin."

Rêvebira USAGM herwiha bal kişand ser hewldanên sazîyên USAGM, di nav de Dengê Amerîka û Radyoya Ewrupa Azad/Radyoya Azadî, û got ku erkê wan heye ku peyama piştgirîya Amerîkayê ji gelê Îranê re ragihînin û daxwaza wan a azadîyê di nav welêt de belav bikin.

XS
SM
MD
LG