Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lake Behsa Destkeftên Serok Trump di Sala Yekê ji Seroktîya Wî de Dike

Kari Lake
Kari Lake

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê sala xwe ya yekemîn di serokatîya Amrîkayê de bidawî kir.

Di vê derbarê de, Kari Lake, Rêvebira Cîbicîkar li Ajansa Amerîkî ya Medya Cîhanî (USAGM), di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê behsa karên serkeftî yên Serok Trump di sala borî de kir.

“Wî (Trump) bi rastî cîhan serrast kiriye, hinek tiştên bêmînak kirine ku di dema rêvebirîya berê de gelekî xirab bûn, şer li seranserê cîhanê diqewimîn. Wî karîbû me vegerîne cihekî bihêz ku ew êdî dikare aştîyê bi rîya hêzê nîşan dide,” xanim Lake got. “Em wê yekê li Amerîkayê jî dibînin. Em careke din hêza xwe li rojavayê cîhanê vedigerînin. Li Îranê, tiştê ku wî kir ji bo nehêle ku ev rejîma xwînmij bibe hêzeke navokî, ew kiryareke balkêş ya hêzê bû ji bo gelê Îranê, dema ku piştgirî bo wan nîşan da.”

Lake herwiha go ku “ez bawr dikim emê vê yekê bi berdewamî bibînin. Me dît ku Serok Trump serokê aştîyê ye, dora heşt şer û nakokî li seranserê cîhanê bidawî kir. Ew dixwaze cîhanê aram bike, bi şêweyekî ku hemû welat bibin cihên aştîyane ji bo welatîyên wan tê de bijîn û wiha jî dixwaze Amerîka ji nû ve ava bike. Berî salekê em di rewşeke pir xirab de bûn.”

Derbarê rewşa aborî ya Amerîkayê, Lake got ku “buhayê jiyanê ligel enflasyonê ji bin kontrolê derketibû. Em enflasyon bi rêjeya 70% anî xwarê. Niha asta enflasyonê bi rêjeya 2.7% ye û tişt li Amerîkayê erzan bûne. Ez bawer dikim ev serokek e ku cîhan li ser agir bû. Ew hatiye û vî agirî vedimirîne. Ez bawer dikim sala dahatû dê sala jinûve avakirina Amerîkayê ye, bi hêvîya ku gelên Îran û Venezuelayê, heta xelkê Kubayê jî, ji bo cara yekê di nav dehên salan de, azadîya xwe bidest bixin.”

Derbarê USAGM, xanim Lake got, “bi demê re wekî gelek dezgehên cuda yên federal, USAGM jî zêde mezin bû. Mezinbûnek bi mebesta mezinbûnê. Carinan beşê zimanekî nû destpê dikir û dibe hatiba rawestandin yan biçûkkirin. Lê ew yek nebû. Ew burokrasîyeke mezin bû. Serok hat û got divê em wê bibirin, ji ber ku em bi giştî deyndar in. Pirsgirêkên darayî yên vî welatî hene û divê em (xercîyan) kêm bikin. Bacderê Amerîkayî mesrefa her tiştî dide, lewra ez hatim destnîşankirin ku vê ajansê biçûk bikim.”

“Niha em karekî pir baş dikin, karekî medyayî ku diçe welatên din. Em karekî baş di wî warî de dikin. Ev hêza me ya nerm e. Emê binêrin ka we rewş ber bi ku ve biçe. Lê ew bawer dikim ku armanca me niha ew e ku em nûçeyan bikin û piştrast bikin ku em ji gel û welatên din re bêjin ka helwesta Amerîka derbarê siyasetên ku bandorê li wan welatan dikin çi ye.”

XS
SM
MD
LG