Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AP: Serokê Parlamana Îranê Laricanî bi Korona Ketiye


Ajansa AP radigihîne ku testa korona ya serokê parlamana Îranê Alî Laricanî erênî derketiye û ew niha di bin karantîna de ye.

Laricanî karbidesta herî payebilind yê Îranî ye lu tûşî vîrusa korona bûye û bi nexweşîya COVID-19 ketiye ku korona dibe sedema wê.

Parlamana Îraqnê îro di malpera xwe de nexweşketina Laricanî ragihand û da zanîn ku ew aniha di bin dermankirinê de ye.

Berdevikê Wezareta Saxlemî ya Îranê Kianuş Cîhanpur îro ragihandibû ku hejmara pêketîyên korona di nav 24 saetên dawî de 2,875 kes zêde bûye û giheştiye 50,468 kesan.

XS
SM
MD
LG