Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Doktorê Tîma Olîmpîk ya Amerîkî, Nassar re 60 Sal Cezayê Zindanê Hate Birîn


Dr. Larry Nassar
Dr. Larry Nassar

Dadgeheke federalî li Michiganê, ji doktorê berê yê jîmnastîkvanên keç yên olîmpîk, Larry Nassar re, bi sedema hebûna wêneyên pornografîk cezayê 60 salên zindanê birî.

Dadwer Janet Neff got ku Nassar nîşan da ku divê ew ti car, careke din xwe negihîne zarokan.

Nassar ji dadgehê re got ku ew bi xurtî tuşî komkirina wêneyên wiha bûye û nekarîye xwe kontrol bikira.

Nassar, ku berê jî jiber destdirêjîya seksî dozeke din li dijî wî hatibû vekirin, êdî wê nikaribe ji zindanê derkeve.

Lêkoleran di dema vekolîna tawanên destdirêjîya seksî, koleksîyona fotoyên pornografîk yên Nassad vedîtin.

Nassar berê doktorê tîma olîmpîk ya jîmnastîk ya Amerîkî bû û herwiha li Zanîngeha Michigan State University mamostetî dikir.

XS
SM
MD
LG