Li gor ajansa Anadolu ya fermî li Tirkîyê rêjeya dengên Serokomarê welêt Recep Tayyip Erdogan daket jêr 50% û bi vê yekê egera çûna hilbijartinan bo gera duwem zêdetir dibe.
Anadolu ragihand ku Erdogan heta niha 49.9 ji sedî ji rêeya dengan bidest xistiye, hember 44.4 ji sedî bo rikaberê wê yê opozisyonê Kemal Kiliçdaroglu.
Li gor qanûna hilbijartinên Tirkîyê, eger ti berbijar bêtirî 50% ji dengan bidest nexîne, wê çaxê wê hilbijartin biçin gereke din ku 28'ê Gulanê pêk tê.
Ajansa Anadolu got ku heta niha 91% ji rêjeya dengan di hilbijartinên roja Yekşemê de hatine hejmartin.
Li alîyê din, ajansa ANKA ku nêzîkî opozisyonê ye ragihand ku 95% ji rêjeya dengan hatine hejmartin, tê de Erdogan 49% bidest xistiye û Kiliçdaroglu 45% bidest xistiye.
Komîteya Hilbijartinên Tirkîyê dibêje heta ku hemû deng neyên hejmartin ew nikare encamên dawî yên hilbijartinê ragihîne.
Wekî din li ser asta dengên jibo parlemantê, hate ragihandin ku heta niha Hevpeymanîya Ked û Azadîyê bi serkêşîya Partîya Çep ya Kesk heta niha dora 10% ji rêjeya dengan bidest xistiye. Hevpeymanîya Komarî bi serkêşîya AKP ya desthilatdar jî 49.9% bidest xistiye, û Hevpeymanîya Netewê ya bi serkêşîya CHP ya opozisyonê jî 38.1% wergirtiye.
Jêder: AP, AFP, Reuters.