Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Peymana Lozanê Ya Sed Salî Berê Şermezar Dikin


Kurds take part in a protest to mark the 100th anniversary of the Treaty of Lausanne, in Lausanne on July 22, 2023.
Kurds take part in a protest to mark the 100th anniversary of the Treaty of Lausanne, in Lausanne on July 22, 2023.

Nêzîkî 6,000 Kurd roja Şemiyê ji bo sed saliya Peymana Lozanê ku sînorên Tirkiya nûjen diyar kirin, lê hêviyên dewleta Kurdî şikandin, tevlî rêveçûnekê bûn.

Xwepêşander li bajarê Swîsrayê meşiyan û encamên peymana 1923’an li ser gelê Kurd eşkere kirin.

Civaka Kurd bi awayekî rêkûpêk li Lozanê di roja salvegerê de dicive û bi sedan xwepêşander tevlî çalakiyê dibin. Lêbelê, ji bo sedsalê hejmarên pir mezintir derketin.

Xwepêşander li bendera bajêr li ser Gola Cinêvê kom bûn, li kêleka otêla Chateau d'Ouchy, ya ku rolek di danûstandinên peymanê de lîst, berî ku bimeşin ber bi Palais de Rumine li navenda bajêr ku belge lê hatibû îmzekirin.

Gelekan alên rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ê girtî hilgirtibûn.

Li ber Palais de Rumine ku niha muzexane û pirtûkxaneyeke giştî lê hene, axaftin bi kurdî û fransî hatin pêşkêşkirin.

Ji Navenda Çanda Kurdistanê ya Lozanê (CCKL) Hayrettîn Oztekîn beriya niha ji ajansa nûçeyan a Swîsreyê ATS re axivî û got, "Em dixwazin ji vê sedsalê sûd werbigirin û nîşanî hemû cîhanê bidin ku pirsgirêka Kurd bêçare maye û encamên Peymana Lozanê hîn jî bi awayekî trajîk tên hestkirin."

CCKL got ku peyman "cudakirina gelê kurd di navbera çar dewletan de -- Tirkiyê, Îraq, Îran û Sûrîyê, ku tomara wan ya demokratîk di sedsala borî de bi giranî neyînî ye".

Kurd ji aliyê dewletên mezin ve di nava Tirkiyeyê de “ji bo neteweperest û nîjadperestiya dewleta Tirk hatin hiştin, û rê li ber komkujiyên sed salî, koçberkirina bi darê zorê, zext û polîtîkayên asîmîlasyonê vekir”.

Axaftinên Bi Mehan

Konferansa Lozanê di Mijdara 1922an de dest pê kir ku li şûna Peymana Sevrê ya sala 1920-an di navbera Hevalbendan û împaratoriya Osmanî de, ku Tirkiyê êdî nas nedikir di bin serokatiya serokê xwe yê nû Mustafa Kemal Ataturk de, li ser peymaneke nû gotûbêj kirin.

Konferansa ku Brîtanya, Fransa, Îtalya û Tirkiyê roleke sereke tê de hebû, ji aliyê wezîrê derve yê Brîtanya George Curzon ve hat organîzekirin.

Di encama vê peymanê de, pevguhertinên bi zorê yên rûniştvanan di navbera Tirkiyê û Yewnanîstanê de pêk hatin û destûra derbasbûna sivîlan a bêbend di Tengava Tirkiyê re hat dayîn.

Rojhilatê Anadolê bû beşek ji Tirkiyeya îroyîn; li beramber wê, Tirkiyê dev ji îddîayên xwe yên serdema Osmanî yên li ser Sûriyê û Îraqê li başûr berda.

Ermenî û Kurdan tu rol nelîstin, ji ber ku daxwazên wan ên erdnîgariyê hatin pûçkirin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG